:: NEWS ::
 → كوردی
 → Kurdi
 → فارسی
 → Türkçe
Dictionaries
Contact
Add to favorite
 
 

Zagros TV



Kurdan News And Dictionaries
Cheap domain And Hosting

FERHENGA TURKI - KURDI               FERHENGA SWEDI - KURDI               هه‌واڵ / Hewal



  فارسی | کوردی | Kurdi | Türkçe

Dostên Kurdan li Washingtonê Xwepêşandana Piştgirîyê Kir
Jimareke dostên Kurdan yên Amerîkî li pêş Kongresa Amerîkî xwepêşandanek pêk anî û ji karbidestên Amerîkî xwest ku piştgirî bidin Kurdên ku dijî DAIŞ'ê şer dikin

Hunermend Ismail Khyat
Hunermend Ismail Khyat

Xwepêşandana Piştgirîya Kurdan
Jimareke dostên Kurdan yên Amerîkî li pêş Kongresa Amerîkî xwepêşandanek pêk anî û ji karbidestên Amerîkî xwest ku piştgirî bidin Kurdên ku dijî DAIŞê şer dikin. Hevkarê me Xalif Fetah ew xwepêşandan şopand û ev raport amade kir

Rêberê Nusra Dibêje Armanca Wan Esad e, Ne Welatên Rojava
Rêberê El Qaydê li Sûrîyê Abu Muhammed al-Golani dibêje, armanca wan hilweşandna rejîma Beşar Esad e û ew hizra êrîşên dijî welatên Rojavayî nakin

Hunermendê Şêwekar Îsmaîl Xeyat Trajediya Jiyana Kurdî Rengîn Dike
Bernama Deng û Reng- Hnermendê Şêwekar Îsmaîl Xeyat

SOHR: DAIŞ 20 Kes li Bajarê Palmyra Kuştin
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê dibje, mîlîtanên DAIŞ 20 zilam li lîyatroya antîk ya bajarê dîrokî, Palmyra kuştin

Fermandara YPG'ê Sozdar Dêrîk Azadkirina Mebruka Dinirxîne
Sozdar Dêrîk dibêje, Mebruka cîhekî pir stratejîk e, jiber ku herêmên Kurdan bi deverên Ereban re girê dide û li ser rêyên girîng yên navbera Hesekê, Serêkanîyê û Girêspî û Reqqe ye

YPG Bajarokê Mebruka Azad Dike û Herêmên Bin Kontrola Xwe Firehtir Dike
YPG bajarokê Mebruka ya stratejîk, ku yek jî navendên girîng ya DAIŞ’ê ye, piştî şerên dijwar, ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) azad kir

Jimareke Rêvebirên FIFA bi Sedemên Bertîl li Swîsrê Hatin Girtin
Polîsên Swîsreyî jimareke karbidestên payabilind yên FIFA îro Çarşemê girêdayî daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkî, desteser kirin

Hest û Helwest: Beșdarbûna Kurdan di Hilbijartinên Tirkiyê de
Kurd wek pêkhateyeke serkîn di Tirkiyê de, rol û beșdarbûna wan di hilbijartinan de bala hemî çavdêr û aliyên siyasî dikșîne

Darizandina Rojnamevanê Amerîkî Rezaian Destpê Kir
Darizandina rojnamevanê Amerîkî Jason Rezaian, ku ji saleke vir ve li Îranê, bi tawanên îxanetê zindanê ye, îro Sêşemê destpê kir

WFP ji Hemî Alîyan Dixwaze ku Navbereke Navbereke Mirovane Bidin Şerê Berdewam
Programa Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî bang li hemî alîyan kir ku navbereke mirovane bidin şerê berdewam li Sûrîyê

Rojnamevan Oguz: Erdogan û Davutoglu li Geverê Bûn, Lê Gel Pêşwazîya Wan Nekir
Rojnamevan Omer Oguz ji www.Yuksekovahaber.com merasîma vekirina firîngeha Geverê, helwesta gel ya hember hatina Erdogan û Davutoglu dinirxîne

Suat Ozalp: Lêkolîn Kêmbûna Dengê AKP'ê û Zêdebûna Sê Partîyan Piştrast Dikin
Ozalp dibêje, encamên rapirsînan û hevdîtinên wan yên nav gel nîşan didin ku dengên AKP’ê kêm dibin û yên her sê partîyên din CHP, MHP û HDP’ê zêde dibin

Ebdulcebar Şahîn: Girêdanek Di Navbera Daiş û Berpirsên Sûriyê û Îraqê De Heye
Pêșveçûnên leșkerî yên DAIŞ li bajarê Tidmur gelek pirs derxistin holê ji aliyê bicîhîștina bajêr ji aliyê hêzên girêdayî bi rêjîma Esed ve

Îraq jibo Standina Anbar Dest bi Operasyonekê Dike
Hikûmeta Îraqê dibêje, wê dest bi operasyoneke nû kiriye ku Anbar ji destê mîlîtanên DAIŞ'ê rizgar bike

Berbijara Partîya Rikeber li Edenê Rastî Êrîşekê Hat
Karbidestekî Tirk ji AP re ragihand ku berbijara partîya opozîsyonê Elif Dogan Turkmen li bajarê Edenê rastî êrîşeke çekdarî hat

Biden Hember DAIŞ'ê Pesna Hêzên Îraqî Dide
Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê piştrast dike ku Washington dijî pêşdeçûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) wê alîkarîya hikûmeta Îraqê bike

Şervanê YPGê Amerîkî Jordan Matson û Operasyonên Dawî
Şervanê YPGê Amerîkî Jordan Matson li ser operasyonên li herêma Serêkanîyê agahîyan dide (American YPG Fighter jordan Matson and Syriac Fighter on Recent Operations)

Rêdûr Xelîl: Rizgarkirina Çîyayê Kizwan Xeterîya Ser Kantona Cizîrê Radike
Redêr Xelîl: "Bi rizgarkirina Çîyayê Kizwan sînorê Kantona Cizîrê ji başûr ve bi tevahî tê parastin û dûrxistina hêzên DAIŞ tê wateya ku xeterîya wan binî de nemîne."

Dr. Gundî: DAIŞ Destkirdî Amerîka ye Naxwaze Jinav Bibe
Dr. Gundî: Şerê DAIŞ Dê Dirêj Be û Encam Dê Pêkînana Dewletên Sûne û Şîayan Be

Hezên Rejîma Esad 15 Êrîşên Esmanî li Palmyra Pêk Anîn
Çalakvanên Sûrî dibêjin, hêzên rejîmê bi kêmî 15 êrîşên esmanî li dijî armancên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li bajarê Tedmurê pêk anîne

Karbidestên Malezyayî Ser Sînorê Taylandê 139 Gorên Penaberan Dîtin
Berpirsê polîsên Malezyayê dibêje, 139 gor li nêzîk sînorê welêt ligel Taylandê hatine dîtin. Tê bawerkirin paşmayên koçberan di wan goran de bin

Şerîf Derînce: Kobanê di Hilbijartinê de Bandoreke Erênî Ser Hilbijêrên Kurd Dike
Derînce dibêje, Kobanê bandoreke mezin li ser Kurdan kiriye û gelek kesên ku berê dengên xwe nedidan partîyên Kurdan, niha piştgirîya HDP'ê dikin

Îdrîs Nehsan: Nûavakirina Kobaniyê Erkeke Navnetewî ye
Șandeka Kantona Kobaniyê, serdana xwe ya Ewrupa ku mehekê dirêj kir bidawî anî, piştî li gelek welatên Ewrupî geriya û kombûn li gel xemxur û berpirsên wan li dar xist

Îran Nirxa Benzînê Bilind Dike
Îranê dê nirxê qazolînê bi rêjeya 40 ji sedî roja Pêncşemê bilind bike, li gorî ku ajansa fermî ya nûçeyan li Îranê ragihand

Li Stenbolê Çalakiya Piştgiriya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê
Grubek Kurdên ku li Stenbolê dimînin jibo piştgiriya xwe ji ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê re dîyar bikin, roja Yekşemê li Parka Saraçhane ya Fatîh a Stenbolê civîyan

Danûstandinên Aştîyê li Yemenê Hatin Paşxistin
Karbidestên Yemenî îro Duşemê dibêjin, konferansa aşîtyê ku bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî vê hefteyê pêk bihata, hate paşxisitn

AKP jibo Amedê Beyannameya Hilbijartinê Hazir Kir
AKP taybet jibo Amedê beyannameya hilbijartinê hazir kir û cîhekî girîng dide pêvajoya çareserîyê

Zindî Ligel We: Roja Bîreweriyê li Amerîka
Di bernameya vê hefteyê de ya Zindî Ligel We (Rastewxo Legel Êwe) em balê dikişîne ser Cejna Bîreweriyê li Amerîka ku îsal dikeve roja Duşemê (25'ê Gulanê).

Mehmûd Biro: Her Welatek Li Gor Berjewendiyên Xwe Şerê Daiş Dike
Daiș di van demên dawî de bi awakî berbiçav pêșketinên leșkerî qezenc dike, di demekê de ku hêzên navnetewî hewil didin hêza wê tune bikin û erîșên wê rawestînin.

Krîza PKK'ê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê
Li gorî hinek raportan, du kes di encama şerê îro Şemiyê de hatine kuştin. Şer li deverekê ji sînorê di navbera Kurdistana Îraq û ya Îranê de qewimî ye.

Ebdulselam Ehmed: Vekirina Korîdorekî Di Navbera Cizîrê û Kobaniyê De Bo Me Armance
Şer li parêzgeha Hesekê, di navbera șervanên Kurd û çekdarên Daiș de berdewam e piștî rizgarkirina hindek gundên din ji bin destê Daiș li Serê Kaniyê.

Helîkoptereke Rejîma Sûriyê li Helebê Tê Xwarê
Televizyona dewletê ya Sûriyê dibêje, helîkoptereke hikûmetê li bingeha leşkerî ya Kweyres ya bakurê welêt hatiye xwarê û di encamê de hemû kesên tê de hatine kuştin.

Erebistana Saudî Berpirsiya DAÎŞ ya Teqîna Mizgefta Şîa Piştrast Dike
Wezareta Hundir ya Erebistana Saudî kesê êrîşbir bi navê Salih bin Ebdulrehman el Qaşamî da nasîn. Ev kes bixwe welatiyekî Saudî ye.

Hilbijartinên Etyopyayê Bidawî Dibin û Jimartina Dengan Destpê Dike
Li Etyopyayê tê çaverêkirin ku Partiya Bereya Demokratîk ya Gel ku ev bûye bêtirî 20 salan di desthilatê de ye, hilbijartinên giştî li welêt bidext bixîne.

Serekê Ajansa Penaberan ya NY Behsa Rewşa Penaberên Sûrî Dike
Birêz Guterres herwiha bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariyê jibo wan welatên ku penaberan dihewîne zêdetir bike. Karbidestê navneteweyî got, divê Ewrupa jî sînorên xwe ji welatiyên Sûrî re veke.

Bernama Tîrêj: Têkiliyên Amerîka û Îranê
Di bernama Tîrêj ya vê hefteyê de, em behsa peywendiyên di navbera Amerîka û Îranê de dikin. Piştî 36 salan li ser nemana rejîma Şahê Îranê û desthilatdariya Komara Îslamî, têkiliyên fermî di navbera Amerîka û Îranê de qut bûbûn.

Nobedariya 17 Rojan a ‘Kamp Armen’ Bi Ser Ket
Ji bo sêwîxane û havîngeha civaka Ermenên li Tirkiyê ‘Kamp Armen’ ku biryara xerakirin û radestkirina wê jibo hin karsazan hatibû dayîn, piştî nerazîbûn û çalakiyên bizavakaran hate rawestandin.

Mustefa Ebdî: Bi Dehan Kobanî Bi Bombeyên Daiş Li Dû Xwe Hîştî Mirin
Du zarokên Kurd li rojavayê bajarê Kobanîyê jiyana xwe ji dest dan piștî teqîna bumbeyekê ku Daiș li dû xwe hîștibûn piștî derketina wan ji bajêr û gundewarên wê.

ئه‌مه‌ریکا نیازی نیـیه‌ وتووێژه‌کانی ناوکی له‌گه‌ڵ ئێراندا درێژبکرێنه‌وه‌
گوته‌بێژی وه‌زاره‌تی ده‌ره‌وه‌ی ئه‌مه‌ریکا ده‌ڵێت واشنتن به‌ نیاز نیـیه‌ ئه‌و واده‌یه‌ درێژبکرێته‌وه‌ که‌ بۆ گه‌یشتن به‌ ڕێکه‌وتنێـکی کۆتایی له‌گه‌ڵ ئێراندا دانراوه‌ له‌ باره‌ی به‌رنامه‌ ناوکیـیه‌که‌یه‌وه‌

دکتۆر مه‌حمود عوسمان: ئێران و تورکیا له‌ کێشه‌ی نێوان دیموکرات و په‌که‌که‌ سوودمه‌ند ده‌بن
له‌م کاته‌ی شه‌ڕی داعش به‌رۆکی ماڵی کوردی گرتووه‌ و هه‌تا ئێستا زیاتر له‌ 1300 له‌ ڕۆڵه‌ی کورد ته‌نها له‌ کوردستانی عێراق له‌م شه‌ڕه‌دا گیانیان له‌ده‌سـتداوه‌ و به‌ هه‌زارانی تریش برینداربوون، گرژی و ئاڵۆزی له‌ نێوان حزبی دیموکراتی کوردسـتانی ئێران و پارتی کرێکارانی کوردسـتان دروسـتبووه

سعودیـیه‌ دوو فه‌رمانده‌ی حزبوڵڵای لوبنان ده‌خاته‌ لیستی ڕه‌شی خۆیدا
عه‌ره‌بسـتانی سعودیـیه‌ سزا به‌سه‌ر دوو فه‌رمانده‌ی حزبوڵڵای لوبنان ده‌سه‌پێنێت به‌ تاوانی پاڵپشـتیکردنی به‌شار ئه‌سه‌د و ناردنی چه‌کدار بۆ سوریا و پـێدانی پاره‌ به‌ چه‌ند لایه‌نێـک له‌ یه‌مه‌ن و هه‌روه‌ها چه‌ند فه‌رمانده‌یه‌کی له‌شکری که‌ به‌رپـرسن له‌ کاری تێرۆرسـتی له‌ ڕۆژهه‌ڵاتی ناوه‌ڕاستدا

فه‌ڕه‌نسا: ڕێکه‌وتنێک له‌گه‌ڵ ئێران قبوڵ ناکه‌ین ئه‌گه‌ر ڕێگه‌ نه‌دات شوێنه‌ له‌شکریـیه‌کانی بپـشکنرێن
وه‌زیری ده‌ره‌وه‌ی فه‌ڕه‌نسا ده‌ڵێت وڵاته‌که‌ی هیچ ڕێکه‌وتنێـکی ناوکی له‌گه‌ڵ ئێراندا په‌سه‌ند ناکات ئه‌گه‌ربێت و ئه‌وه‌ی تیادا نه‌بێت‌ تاران ڕێگه‌ بدات هه‌موو شوێنێـکی وڵاته‌که‌ی بـپشـکنرێن به‌ شوێنه‌ له‌شکریـیه‌کانیشـیه‌وه‌

وتووێژ له‌گه‌ڵ گوته‌بێژی حه‌شدی شه‌عبی له‌ باره‌ی ئۆپه‌راسیۆنه‌ له‌شکریـیه‌کانی ئه‌نبار
سه‌باره‌ت به‌ دوا پێشـهاته‌کانی هه‌ڵمه‌تی هێزه‌کانی حکومه‌تی عێراق بۆ ڕزگارکردنی پارێزگای ئه‌نبار له‌ داعش و به‌ تایبه‌تی شاری ڕومادی ناوه‌ندی پارێزگاکه‌، به‌شی کوردی ده‌نگی ئه‌مه‌ریکا وتووێژی له‌گه‌ڵ که‌ریم ئه‌لنوری گوته‌بێژی حه‌شدی شه‌عبی کردووه‌

حه‌سه‌ن قازی: بردنه‌وه‌ی هه‌ده‌په‌ کردنه‌وه‌ی لاپه‌ره‌یه‌کی نوێه‌ له‌ بارودۆخی سیاسی بۆ کورد له‌ باکور و به‌شه‌کانی تر
له‌ ده‌مێکدا ماوه‌یه‌کی زۆر نه‌ماوه‌ بۆ هه‌ڵبژاردنه‌ په‌رله‌مانیه‌کانی تورکیا، گومانی تێدا نییه‌ که‌ هه‌ر لایه‌نێک به‌ بێ پاێداری و پشتێوانی هاووڵاتیان شیانی نییه‌ له‌ کاروباره‌کانیدا سه‌رکه‌وتن به‌ ده‌ست بهێنێ. هه‌ده‌په‌ که‌ ئێستاکه‌ له‌ خه‌بات و تیکۆشانیدا له‌ قوناغێکی زۆر گرنگ دایه‌ به‌ تاێبه‌تی له‌ به‌رامبه‌ر هه‌ڵبژاردنێکی هه‌ره‌ گرنگ، ئاخۆ ‌ ئه‌مرۆ چ جوره‌ پایه‌ و پشتێوانیه‌کی هه‌یه‌ له‌ باکوری کوردستان؟

ژماره‌یه‌ک له‌ کاربه‌ده‌سـتانی باڵای یه‌كێتی‌ نێوده‌وڵه‌تی‌ تۆپی‌ پێ له‌سه‌ر گه‌نده‌ڵی ده‌سـتگیرده‌کرێن
یه‌كێتی‌ نێوده‌وڵه‌تی‌ تۆپی‌ پێ FIFA ئه‌مڕۆ چوارشه‌ممه‌ هه‌ڵته‌کێنرا له‌ لایه‌ن ده‌سه‌ڵاتدارانی جێبه‌جێکردنی یاسای فیدراڵی ئه‌مه‌ریکاوه‌، ئه‌مه‌ش پاش ئه‌وه‌ی تۆمه‌تی گه‌نده‌ڵی و پاره‌ خواردن ئاڕاسته‌ی ژماره‌یه‌ک کاربه‌ده‌سـتی ئێسـتا و پـێشووی ئه‌م ده‌زگایه‌ نێوده‌وڵه‌تیـیه‌ کرا

سه‌رۆک ئۆباما ده‌ڵێت پـێویسته‌ کاره‌ له‌شـکریـیه‌کان له‌ دژی داعش هه‌ڵبسه‌نگێنین
به‌ مه‌به‌سـتی به‌هێزکردنی توانا جه‌نگیـیه‌کانی عێراق، سه‌رۆک ئۆباما گوتی پـێویسته‌ ئه‌مه‌ریکا و هاوپه‌یمانانی کاره‌ له‌شکریـیه‌کانیان له‌ دژی داعش هه‌ڵبسه‌نگێنن تاوه‌کو بزانن هه‌تا چه‌ند کاریگه‌ریـیان هه‌بووه‌

سه‌رۆکی ئێران: زۆربه‌ی زۆری ئێرانیـیه‌کان خوازیاری ڕێکه‌وتن و ئاشتین
سه‌رۆکی ئێران ده‌ڵێت زۆربه‌ی زۆری ئێرانیـیه‌کان خوازیاری ڕێکه‌وتن و ئاشتین له‌گه‌ڵ ته‌واوی جیهاندا، هه‌رچه‌نده‌ که‌مینه‌یه‌ک هه‌ن ده‌نگه‌ده‌نگیان ناوه‌ته‌وه‌

رێناس جانۆ:لێدوانه‌که‌ی به‌ڕێز عه‌بادی له‌مه‌ڕ کۆنترۆڵکردنه‌وه‌ی ره‌مادی واقیعیانه‌ نیه‌
رێناس جانۆ ده‌ڵیت یه‌کێک له‌ خاڵه‌ گوماناویه‌کانی په‌یوه‌ست به‌ روخان و تێکچونی سوپای عێراق مه‌سه‌له‌ی پێکهێنانی هێزی حه‌شدی شه‌عبی شیعه‌کانه‌ که‌ به‌و خێراییه‌ و به‌ فرمانی به‌ڕێز عه‌لی سستانی دامه‌زرێندرا.

فابیۆس: عێراق و سوریا له‌ به‌رده‌م مه‌ترسی دابه‌شبووندان
وه‌زیری ده‌ره‌وه‌ی فه‌ڕه‌نسا ده‌ڵێت ئه‌گه‌ر بێت و هه‌وڵه‌ نێوده‌وڵه‌تیـیه‌کان له‌ دژی داعش چڕ نه‌کرێنه‌وه‌، ئه‌وا ڕه‌نگه‌ هه‌ردوو وڵاتی عێراق و سوریا دووچاری دابه‌شبوون ببن

شه‌پۆلی گه‌رما بووه‌ته‌ هۆی کوشتنی 500 که‌س له‌ هیندوستان
شه‌پۆلێکی گه‌رما له‌ هیندوستان بووه‌ته‌ هۆی کوشتی به‌لای که‌م 500 هاووڵاتی و‌ که‌شناسان وا پـێشبینی ده‌که‌ن گه‌رماکه‌ تا چه‌ند رۆژی ئاینده‌ هه‌ر وا به‌رده‌وام بێت

چین رێبازێکی به‌زه‌به‌رتری له‌شکه‌ری داده‌رێژێ
چێن له‌ رۆژی سێشه‌ممه‌ ووتی به‌رده‌وام ده‌بێت له‌ په‌ره‌پێدانی هێز و توانایی له‌شه‌که‌ری له‌ سنوره‌کانی به‌ولاوه

ئۆپۆزسیۆنێکی تورکی له‌ ده‌می هه‌ڵمه‌تی هه‌ڵبژاردنه‌کاندا ته‌قه‌ له‌ زرانی کراوه‌
کاربه‌ده‌ستێک ده‌ڵێت کاندیدێکی ئۆپۆزسیۆن له‌ نه‌خۆشخانه‌دا تیماری ده‌کرێت پاش ته‌قه‌ کردن له‌ زرانی له‌ ده‌می هه‌ڵمه‌ته‌کاندا بۆ هه‌ڵبژاردنه‌کانی سه‌رۆکایه‌تی 7 مانگی 6 ی تورکیادا.

حکومه‌تی عێراق ئۆپه‌راسیۆنێـکی له‌شکری ده‌سـتپـێـکردووه‌ بۆ ڕزگارکردنی ئه‌نبار له‌ داعش
حکومه‌تی عێراق ده‌ڵێت ئۆپه‌راسیۆنێـکی له‌شکری ده‌سـتپـێـکردووه‌ بۆ ڕزگارکردنی پارێزگای ئه‌نبار له‌ ڕێکخراوی ناسراو به‌ ده‌وڵه‌تی ئیسلامی (داعش) که‌ له‌ ئێسـتادا ناوچه‌یه‌کی گه‌وره‌ی ئه‌و پارێزگایه‌ی داگیرکردووه‌

بایدن له‌ په‌یوه‌ندیه‌کی ته‌له‌فونیدا له‌گه‌ڵ عه‌بادی پشـتیوانی ئه‌مه‌ریکا بۆ عێراق دووپات ده‌کاته‌وه‌
کۆشـکی سـپی له‌ ڕاگه‌یاندنێـکدا گوتی جۆ بایدن ئه‌مڕۆ دووشه‌ممه‌ له‌ میانه‌ی په‌یوه‌ندیـیه‌کی ته‌له‌فونیدا له‌گه‌ڵ حه‌یده‌ر عه‌بادی سه‌رۆک وه‌زیری عێراق جه‌ختی له‌سه‌ر ئه‌م هه‌ڵوێسته‌ی ئه‌مه‌ریکا کرده‌وه

فه‌رمانده‌یه‌کی حیزبی دێمۆکڕات: به‌ هیچ جۆر شه‌ڕی براکوژی ناکه‌ین
سه‌ید عه‌زیز له‌ سه‌ر سنووره‌وه‌ ده‌ڵێت که‌ له‌ هه‌موو ئه‌و به‌شانه‌ی که‌ له‌ ئه‌وان ڕا دیاره‌ هێزه‌کانی کۆماری ئیسلامی خۆیان زیاتر ته‌یار ده‌که‌ن و پێگه‌کانیان ئاوه‌دان کردۆته‌وه‌ و چه‌کی قورسیان دا به‌ستوون.

ئازاد حه‌مه‌ ئه‌مین: له‌ کاری رۆژنامه‌وانیدا گرفتی پرۆفیشناڵیمان هه‌یه‌ که‌ نابی بیشارێنه‌وه‌
ده‌زگاکانی میدیا وه‌کو کابرای پۆسته‌چین که‌ رۆژانه‌ له‌ رێگای نامه‌کانه‌وه‌ ده‌نگ و باسی خۆش و ناخۆشت وه‌کو خۆێ و بێ ده‌سکاری پێیت ده‌گه‌ینێ، ئاخۆ ئه‌و شته‌ له‌ میدیاکاندا و له‌ کاری رۆژنامه‌وانیادا ره‌چاو ده‌کرێت؟

هێمن سه‌یدی: په‌که‌که‌ به‌خاتری شه‌هیدکرنی پێشمه‌رگه‌یه‌کی بێ تاوان ده‌بێ داوای لێبۆردن بکا
باسکردنی رووداوه‌که‌ی ئه‌م دواییه‌ی نێوان پارتی کرێکارانی کوردستان و حیزبی دیوکراتی کوردستان، سه‌ره‌ رای شیانی ده‌رخستنی راستیه‌کان، له‌ هه‌مان کات باسکردنی ئه‌م رووداوه‌ نه‌خوازراو و ناپه‌سه‌نده‌، هه‌ر ئه‌وه‌یه‌ که‌ دارێژراوانی به‌ دوواییدان و به‌ لاریدا بردنی رووداوه‌کان.

وێنه‌ی 25 ی پـێـنجی 2015
A look at the best news photos from around the world.

توندڕه‌وانی ئیسلامی له‌ میسر سه‌ربازێک ده‌کوژن
کاربه‌ده‌ستێکی له‌شکریی له‌ میسر ده‌ڵێت توندڕه‌وان سه‌ربازێکیان کوشتووه‌ و ئه‌فسه‌رێکیشیان بریندار کردووه‌ له‌و پێکدادانه‌ی له‌ باکوری نیمچه‌ دوڕگه‌ی سینا ڕوویداوه‌.

پـۆلیسی مالیزیا 139 ته‌رم ده‌دۆزێته‌وه‌ و‌ پـێده‌چێت کۆچبه‌ر بووبن
سه‌رۆکی پـۆلیسی مالیزیا ده‌ڵێت 139 ته‌رمیان دۆزیوه‌ته‌وه‌ له‌ ناو ژماره‌یه‌ک گۆڕدا له‌ نزیک سنووره‌کانی وڵاته‌که‌ی له‌گه‌ڵ تایلاند و پـێده‌چێت کۆچبه‌ر بووبن‌. ده‌شڵێت هه‌ندێک له‌ گۆڕه‌کان چه‌ند ته‌رمێـکیان تیادا بووه‌

وه‌زیری دارایی تورکیا: خه‌رجکردنی 1.3 ملیار دۆلار بۆ کڕینی ژماره‌یه‌ک ئۆتۆمبیل وه‌ک چه‌ره‌س خواردنه‌
مه‌همه‌ت شیمشک ده‌ڵێت خه‌رجکردنی بڕی 1.3 ملیار دۆلار له‌ لایه‌ن حکومه‌ته‌وه‌ بۆ کڕینی ژماره‌یه‌ک ئۆتۆمبێلی مۆدێل به‌رزی پێشکه‌وتوو وه‌ک چه‌ره‌س خواردنه

کاربه‌ده‌ستانی ئه‌مریکایی گومانیان هه‌یه‌ و عێراقیه‌کانیش سه‌ریان سوڕماوه‌
گه‌وره‌ کاربه‌ده‌ستانی وڵاته‌ یه‌کگرتووه‌کانی ئه‌مریکا به‌ گومانه‌وه‌ ده‌ڕواننه‌ خواستی هێزه‌ سه‌ربازیه‌کانی عێراق له‌م شه‌ڕانه‌دا دژی توندڕه‌وانی ده‌وڵه‌تی ئیسلامی.

له‌شکری تورکیا ده‌ڵێت په‌که‌که‌ هێرشی کردووه‌
له‌شکری تورکیا ده‌ڵێت میلیشیا گومانباره‌ کو‌رده‌کان هێرشی خومپاره‌ییان کردۆته‌ سه‌ر بنکه‌یه‌کی سه‌ربازی له‌ باشوری ڕۆژهه‌ڵاتی تورکیا و به‌ دواشیدا له‌شکر وه‌ڵامی خۆی داوته‌وه‌ وه‌ک تۆڵه‌سه‌ندنه‌وه‌.

ته‌قینه‌وه‌ی ئۆتۆمبێلێـکی بۆمبڕێژکراو له‌ ئه‌فغانسـتان کوژرانی 5 که‌سی لێده‌که‌وێته‌وه‌
ده‌سه‌ڵاتداران له‌ ئه‌فغانستان ده‌ڵێن به‌لانی که‌م 5 که‌س کوژراون و زیاتر له‌ 60 که‌سیش بریندارن له‌ ئاکامی هێرشێکی خۆکوژی به‌ ئۆتۆمبێل.

سه‌ربازێـکی تونس 7 سه‌ربازی هاوڕێی ده‌کوژێت و ئه‌وجا خۆیشی ده‌کوژێت
سه‌ربازێکی وڵاتی تونس ئه‌مڕۆ دووشه‌ممه‌ ته‌قه‌ی به‌ناو ژماره‌یه‌ک سه‌ربازی وڵاته‌که‌دا کردووه‌ و حه‌وت سه‌ربازی کوشتووه‌ و ده‌ سه‌ربازی تریشی بریندار کردووه‌ به‌رله‌وه‌ی خۆی بکوژێت.

مه‌ترسیه‌کانی شوێنی کار له‌ تورکیا
کاربه‌ده‌ستانی تورکیا ده‌ڵێن له‌ئاکامی ته‌قینه‌وه‌یه‌کدا له‌ کارگه‌یه‌کی چیمه‌نتۆ له‌ شارۆچکه‌یه‌کی نزیک ئانکه‌ره‌ 3 کارمه‌ندی کارگه‌که‌ کوژراون.

ئێران نرخی سووته‌مه‌نی زیاده‌کات
ئێران بڕیاری داوه‌ له‌ ڕۆژی سێشه‌ممه‌وه‌ نرخی سووته‌مه‌نی زیادبکات به‌ ڕێژه‌ی نزیکه‌ی 40%، به‌مه‌ش مه‌زه‌نده‌ ده‌کرێت حکومه‌ته‌که‌ی له‌ سـاڵێـکدا نزیکه‌ی 32 ملیار دۆلار بۆ خه‌زێنه‌که‌ی بگێڕێته‌وه‌

قه‌یرانی حیزبی دیموکراتی کوردستانی ئێران و پارتی کرێکارانی کوردستان
له‌گه‌ڵ ئه‌وه‌شدا که‌ حیزبی دیموکراتی کوردستانی ئێران و پارتی کرێکارانی کوردستان ده‌ڵێن ده‌خوازن به‌ دیالۆگ هه‌موو شتێک چاره‌سه‌ر بکه‌ن به‌ڵام شه‌ڕ ده‌که‌وێته‌ نێوانیان و خوێنیشی تیادا ده‌ڕژێت.

دکتۆر کامه‌ران مه‌نتک: کورد نابێت له‌ بری هیچ لایه‌ک بکه‌وێته‌ شه‌ڕی یه‌کتره‌وه‌
ئه‌و ئاڵۆزیانه‌ی له‌ نێوان حیزبی دیموکراتی کوردستان و پارتی کرێکارانی کوردستاندا هه‌بوو وه‌رچه‌رخا بۆ شه‌ڕی چه‌کداری و به‌لانی که‌میش له‌و شه‌ڕانه‌دا یه‌کێک کوژراوه‌ و یه‌کێکیش برینداره‌.

که‌مال چۆمانی: کۆبانی بارێکی زۆر پۆزه‌تیڤه‌ بۆ هه‌ده‌په‌
گه‌لێک له‌ شیکه‌ره‌وه‌ی سیاسی کاروباری تورکیا له‌وبڕوایه‌دان ئه‌م هه‌ڵبژاردنه‌ی تورکیا که‌ بڕیاره‌ له‌ سه‌ره‌تای مانگی شه‌شدا بکرێت گر‌نگیه‌کی تایبه‌تی خۆی ده‌بێت له‌ ڕووی داڕشتنی نه‌خشه‌ی نوێی سیاسی تورکیاوه.

په‌ری سالح موفتی: پێویسته‌ ئه‌و هه‌له‌ بقوازێنه‌وه‌ و پشتێوانی یه‌کتر بکه‌ین،
کورد له‌ باکوری کوردستان له‌ قوناغێکی هه‌ره‌ گرنگدایه‌ له‌ خه‌باتی دیپلۆماسی و په‌رله‌مانیدا بۆ به‌ده‌ستهێنانی مافه‌کانی له‌و به‌شه‌دا. ئاخۆ بردنه‌وه‌ی هه‌ده‌په‌ کێشه‌ی کورد له‌ تورکیا به‌ چ ئاقارێکدا ئاراسته‌ ده‌کات و بۆ به‌شه‌کانی تری کوردستان چ گرنگیه‌کی هه‌یه‌؟ کورد له‌ باکوری کوردستان له‌ قوناغێکی هه‌ره‌ گرنگدایه‌ له‌ خه‌باتی دیپلۆماسی و په‌رله‌مانیدا بۆ به‌ده‌ستهێنانی مافه‌کانی له‌و به‌شه‌دا. ئاخۆ بردنه‌وه‌ی هه‌ده‌په‌ کێشه‌ی کورد له‌ تورکیا به‌ چ ئاقارێکدا ئاراسته‌ ده‌کات و بۆ...

سۆران عه‌لی خان: مانه‌وه‌ی خانه‌قین به‌و شێوه‌ی ئێستای خه‌مساردی حکو‌مه‌تی هه‌رێمه‌
ساڵه‌هایه‌ هاووڵاتیانی خانه‌قین وه‌کو زۆری شاره‌کانی تری کوردستان به‌ ده‌م جۆره‌ها کێشه‌ و گرفته‌وه‌ ده‌ناڵێنن. ئاخۆ ریشه‌ی کێشه‌کانی خانه‌قین به‌ ده‌سه‌ڵاتدارانی هه‌رێمه‌وه‌ گرێ دراوه‌ یا ن ‌ حکومه‌تی ناوه‌ند؟

یاسادانه‌رێکی عێراق ڕه‌خنه‌ له‌ ئه‌مه‌ریکا ده‌گرێت
یاسادانه‌رێکی عێراقی ده‌ڵێت سه‌رکرده‌ له‌شکریه‌کانی وڵاته‌ یه‌کگرتووه‌کانی ئه‌مه‌ریکا ده‌بێت ئاماژه‌ به‌ شکستی خۆیان بکه‌ن بۆ ئه‌وه‌ی به‌ باشی پشتویانیان له‌ له‌شکری عێراق نه‌کردووه‌ له‌ شه‌ڕی دژ به‌ ملیتانه‌کانی ده‌وڵه‌تی ئیسلامی.

وێنه‌ی 24 ی پـێـنجی 2015
A look at the best news photos from around the world.

عه‌دنان کۆچه‌ر: ئه‌مریکا له‌گه‌ڵ کورده‌کان له‌سه‌ر داهاتووی ئاشتی ناوچه‌که‌ هاوڕان.
چه‌کدارانی ده‌وڵيتی ئیسلامی له‌نێوان هه‌ردوو ووڵاتی سوریا و عێراق بڵاوبوونه‌ته‌وه‌ له‌نێواندا هاتوچۆ ده‌که‌ن و هێز ده‌گوازنه‌وه‌, ئایا چۆن ده‌توانن به‌ئاسانی له‌وڕێگایانه‌وه‌ هێزه‌کانیان هاتووچۆ پێبکه‌ن؟

ئێران ڕاێگای پشکنینی ده‌زگا ناوکییه‌کانی ده‌دات
ئێران قایل بووه‌ پشکێنه‌رانی نه‌ته‌وه ‌یه‌کگرتووه‌کان ده‌ستیان به‌ داموده‌زگا له‌شکرییه‌کانی ڕابگات وه‌ک به‌شێک له‌ ڕێککه‌وتنی داهاتوو سه‌باره‌ت به‌ پرۆگرامی ناوکی مشتومڕ له‌سه‌ر.

که‌مال ره‌ئوف:ده‌ستێوه‌ردانی ئێران له‌ عێراقدا مه‌سه‌له‌ مه‌زهه‌بیه‌کانی تۆخترکرده‌وه‌
که‌مال ره‌ئوف ده‌شڵێت پشتیوانی ئێران له‌ نوری مالیکی بۆ دژایه‌تیکردنی سونه‌کان ، هانی سونه‌کانی بۆ تۆڵه‌سه‌ندنه‌وه‌ دا.

له‌شکری سوریا ئاماده‌کاری بۆ کۆنتڕۆڵ کردنه‌وه‌ی پالمێرا ده‌کات
کاربه‌ده‌ستێکی سوریایی ڕاده‌گه‌ێنێت له‌شکر ‌هێزه‌کانی ڕه‌وانه‌ی نزیه‌ک شاری دێرین پالمێراد ده‌کات بۆ خۆئاماده‌ کردن تا هێرشێک بکه‌ن بۆ کۆنتڕۆڵ کردنه‌وه‌ی شاره‌که که‌ له‌لایه‌ن ملیتانه‌کانی ده‌‌وڵه‌تی ئیسلامی ده‌ستی به‌سه‌ردا گیراوه‌.



Kurdish Organizations, Institutes and Political Parties

Home


MX Computer Co.
Entrée Hotels
Domain+Hosting


MAHABAD
MAHABAD

DIYARBAKIR
DIYARBAKIR

QAMISLI
QAMISLI


ADIYAMAN
ADIYAMAN

BATMAN
BATMAN

BINGÖL
BINGÖL

ERZINCAN
ERZINCAN

ERZURUM
ERZURUM

HAKKÂRI
HAKKÂRI

HAMADAN
HAMADAN

ILAM
ILAM

KARS
KARS

KERMAŞAN
KERMAŞAN

KIRKUK
KIRKUK

MALATYA
MALATYA

MARDIN
MARDIN

MOSUL
MOSUL

QUCHAN
Quchan

SAQIZ
SAQIZ

SINA (SANANDEJ)
SIna(Sanandej)

SIIRT
Serat

SULAYMANIYAH
Sulaymaniyah

ŞANLIURFA
ŞANLIURFA

TUNCELI
TUNCELI

VAN
Wan

WERMI
Wermi

CopyRight © 2003-2013 KURDAN.COM AllRights Reserved